Episode Details
Back to Episodes
Kurdên Australya li ser guhertinên siyasî yên Sûriyê çi dibêjin?
Published 3 weeks, 1 day ago
Description
Entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên hukûmeta Sûriyeyê de, pirsgirêkên kevin ên derbarê nasname û mafên Kurdên Sûriyeyê anîn pêş. Guhertinên bilez ên li qada siyasî di nav civaka Kurd de jî nerîn û pirsên cuda derdixin holê. Em bi endamên civaka Kurd a li Australya re axivîn da ku bertek û nerînên xwe li ser peymana di navbera HSDê û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de bizanin. Peymana entegrasyona HSDê di nav saziyên dewletê de hin pirsan derdixe holê, ka ev maf dê çawa werin bicihanîn û gelo dê di dawiyê de di qanûnê de werin bicîhkirin yan na.